Behînameyek ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya Şarezayê Cografiya Şêniyan Dr. Xelîl Îsmaîl, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyek arasteyî hevjîna wî kir.
Ji ber koça dawiyê ya Şarezayê Cografiya Şêniyan Dr. Xelîl Îsmaîl, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyek arasteyî hevjîna wî kir.
Di behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ez serexweşiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê Xudêjêrazî bi behiştê şa bike.”
Tekista behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Rêzdar Profesor Dr. Şukriya Resûl
Ji ber koça dawiyê ya nivîser û şarezayê cografiya şêniyan Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl ê hevjînê te, ez serexweşiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê Xudêjêrazî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi binemala we yên rêzdar jî bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê