Mesrûr Barzanî: Tenê PDK behsa avedanî û pêşketinê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna cîgirên serokên PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, îro 12ê Cotmehê ahengeke cemawerî li yarîgeha Dihokê hat lidarxistin.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li merasima serxistina kampanyaya lîsta 190 ya PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Dihokê, di destpêkê de spasiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî kir û di gotarekê de got: “PDK Tekane partiya siyasî ye ku behsa paşaroja gelê Kurdistanê dike û tenê çend roj mane ku welatiyên Kurd biçin ser sindoqan.
Mesrûr Barzanî got: “Rêvebiriya paşerojê ya Herêma Kurdistanê divê di destê wan kesan de be ku xelkê Herêma Kurdistanê baweriya xwe bi wan heye û ezmûna wan heye û xwe neçimînin, netirsin û rûbirûyê hemû kêşeyan bibin. Ji ber vê yekê tekane partiya ku li gel gelê Kurdistanê maye û bêguman wê her û her bimîne, Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.”
Herwiha got: “Gelek partiyan peyamên xwe gihandine gelê Kurd, lê ti yek ji wan behsa paşeroj û avadankirina Kurdistanê nekiriye, ti yek ji wan behsa jiyan û paşeroja gelê Kurd nekiriye. Di şûna wê de dixwazin gel û PDK’ê gavên xwe yên ji bo pêşketina Kurdistanê rawestînin. Em ji wan re dibêjin, "Ew nikarin, ew nikarin, ew nikarin.
Cîgirê Serokê PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku nikarin, ji ber ku ji PDKê re Serok Barzanî û Pêşmergeyên xwenaçemînin heye û xwedî cemawereke berxwedêr e, ji ber wê jî ti dijmin nikare pêşiya PDKê û cemawerê wê bigire. PDK partiyeke piraniyê ye û gelê Kurdistanê ji hilbijartinên yekem ên parlamentoyê heta niha ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, lê belê PDK her tim bi partiyên din re hevbeşî di rêveberiyê de qebûl kiriye û destê aştiyê dirêjî wan kiriye û ew li ser hesabê xwe beşdarî hikûmetê kirine.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku hin alî durişmên ku ewê dawiyê li desthilatdariya xwesepên, madeyên hişbir û gendeliyê bînin, bilind dikin. Kesên ku silogan berz kirne, xwedî van taybetiyan e, lewma bersiva me ji wan re ev e; Dev ji wî alî berdin, êdî ne hêza xwesepîn, ne madeyên hişbir, ne gendelî, ne tirs û xof, ne teslîmbûn û ne firotina axê dimîne.
Li dawiyê jî got: “PDK wek her car di navenda hêza xwe de ye û destê aştiyê dirêjî her kesî dike. Em bang li wan dikin ku werin destê aştiyê bi PDK’ê re bigirin, eger aliyek naxwaze PDK’ê re bi pêş ve biçe û Kurdistanê biparêze, bila xwe vekişîne, da ku PDK berdewam be bi karwanê avedaniyê û Kurdistanê avedantir bike. PDK hêviya ciwan û gelê Kurdistanê ye û siloganên wê serkeftin, ewlekarî, aştî, xweşguzarî, pêkvejiyan, berxwedan û avedanî ye.”