Mîqdad Mîrî: Li Derbendîxanê dest bi ser kargeheke madeyên hişber de hat girtin û tometbar jî hatin desteserkirin

Mîqdad Mîrî
Mîqdad Mîrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îraqê ragehand ku, zanyar li ser hebûna kargeheke madeyên hişber li sinorê Silêmaniyê gehiştin wan û dest bi lêkolînan kir û dest bi ser wê kargehê de girt û tometbar jî desteser kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îraqê Mîqdad Mîrî îro (Yekşem, 13.10.2024) taybet ji K24ê re got, “Zanyar li ser hebûna kargeheke madeyên hişber li Derbendîxanê gehiştin me. ji bo vê meremê, tîmeke karkirinê ya hevpar ji bo lêkolînê li ser wê pirsê hat pêkanîn.”

Mîqdad Mîrî amaje jî da, “Birêveberiya Giştî ya Madeyên Hişber bi hêzên ewlehiyê yên deverê re ji bo lêkolînê li ser wê pirsê alîkar bûn, herwesa me destê xwe dana ser wê kargehê û me hejmareke tometbaran jî desteser kir.”

Navbirî herwesa got, “Li her cihekî Îraq û Herêma Kurdistanê kargehên çêkirina madeyên hişber hebin, em destê xwe dadinin ser û tometbaran jî desteser dikin.”

Dijeterora Kurdistanê li roja 10.10.2024ê parve kir, “Di dema borî de li ser bingeha zanyarên pêşwext, li gundê Awbarê yê nahyeya Meydanê li nêzî qezaya Derbendîxanê, ji aliyê dezgehên Hikûmeta Federalî ve dest bi ser kargeheke berhemanîna madeyên hişber de hat girtin. Ji bilî amûr û dezgehên wê kargehê, nêzî du tonên madeyên hişber ji cûnê Keptagonê ji berhemên wê kargehê jî tê de bûn.”

Dijeterora Kurdistanê herwesa ragehand, “Ev kargeh bi haydarî û li jêr serperiştiya serên nû yên YNKê hatibû damezrandin. Desthilatdarên Silêmaniyê hemî bizav bi Hikûmeta Federalî re kirin ku deng neke û wê mijarê li medya û ragehandinê veşêre an jî bi qebareyekî mezin neyê behskirin.”