Omer Ocalan: Piştî 4 salan me Abdullah Ocalan dît

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Dem Partiyê Omer Ocalan ragihand, piştî zêdetir ji 4 salan, wan karî serdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan bikin.

Parlamenterê Dem Partiyê Omer Ocalan ku biraziyê Abdullah Ocalan e li hejmarê xwe yê tora civakî “X” ragihand, wek malbata Ocalan wan piştî zêdetir ji 4 salan, duhî 23ê Cotmehê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kir.

Omer Ocalan got jî: “Em dixwaz dikin, serdana malbatê ya rûtîn ku mafekî yasayî ye, bêyî ku şert û merc berdewam bikin.”

Ji aliyê xwe ve, nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî di vê derbarê de diyar kir, civîn duh demjimêr di 11:00 de dest pê kir û 2 demjimêran dewam kir.

Hate gotin ku Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi Omer Ocalan re peyam daye ku eger şert û mercên tecrîdê ji holê bên rakirin û derfeta ragihandinê ji wî re bê dayin, ew dikare di danîna çekan de rola xwe bilîze.

Ev hevdîtin çend rojan piştî wê yekê tê ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî gotibû, divê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan derkeve parlamentoyê û peyama danîna çekan bide.

Gotinên Bahçelî li Tirkiyeyê bûye manşêt, hin çavdêr jî dibêjin ku ev qonaxeke nû ye ji bo Tirkiyeyê, lê hin jî dibînin ku ev “ji bo armancên siyasî” ye.