Karsazên Diyarbekirê: Em ji pêvajoya nû hêvîdar in û piştgiriyê didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bo çareseriya pirsa kurd amadekarî tên kirin ku li Tirkiyeyê pêvajoyek nû dest pê bike, di vê mijarê de aliyên herî gelek piştgiriya pêvajoyek nû dikin karsaz in. Karsazên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku dema li Tirkiyeyê pirsa kurd çareser bibe, wê demê dê Tirkiye bikaribe hemû dewlemendiyên xwe yên ser erd û bin erd bo geşepêdana aboriyê bi kar bîne û êdî lêçûnek zêde li polîtîkayên ewlekariyê û bişaftinê neçe.
Di sala 2015an de dema ku pêvajoya çareseriya pirsa kurd hîn bi dawî nebûbû Wezîrê Darayî Yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek bal kêşandibû ku çaresernebûna pirsa ku bûye sedem ku Tirkiye 500 milyar dolaran winda bike û niha li gorî lêkolînan piştî 9 salan ev lêçûn bûye 4 trilyon dolar. Ji ber vê yekê jî karsazên Bakurê Kurdistanê dibêjin ew piştgiriya pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kur dikin û vê carê nîşane hene ku îxtîmala serkeftina vê pêvajoyê ji pêvajoyên din zêdetir e û karsaz xwedî hêviyek xurt in.
Karsaz Îhsan Ûgûrlû ji K24ê re got: “Hêviyên me vê carê xurt in, divê li Tirkiyeyê êdî pirsa kurd çareser bibe ku ev yek hem bo kurdan baş e û hem jî bo tirkan tiştek baş e, 4 trilyon dolar zirara Tirkiyeyê bûye, ew pere ji dêvla bo çaresernebûna biçe bila bo geşepêdanê were xerçkirin, dema pirsa kurd çareser bibe dê veberhênan jî berê xwe bidin vê herêmê.”
Rêxistinên karsazan jî dibêjin pirsa ku di hemû qad û mijaran de derdikeve pêşiya Tirkiyeyê û êdî çareseriya pirsa kurd bo Tirkiyeyê bûye wek pêdiviyekê. Karsaz bang li qada siyasî ya kurd jî dikin ku li ser avakirinê tevbigerin û derfeta ku hatiye ber deriyê kurdan vê carê ji dest nedin.
Serokê Komeleya Karsaz Û Pîşesazan A Başurê Rojhilat-Gunsîad Şahîsmaîl Bedîrhanoglû dibêje: “Çaresernebûna pirsa kurd di têkiliyên Tirkiyeyê yên bi yekîtiya ewropa re derdikeve pêşiya Tirkiyeyê, di têkiliyên bi welatên rojhilatanavîn de derdikeve pêşiya Tirkiyeyê, dema wisa be Tirkiye nikare samanên xwe bo geşepêdanê bi kar bîne û nikare veberhênanan jî bikêşe, divê siyaseta kurd jî vê derfetê baş bi kar bîne û kîjan alî siyaseta kurd wek muxattap qebûl bike bi wî aliyire li hev bike.”
Karsaz balê dikêşin ku dewletê pirsa kurd de rêbaza ewlekarî û bişaftinê bi kar anî ku vê yekê pirsgirêk kurtir, aborî xiraptir û lêçûn zêdetir kir, ji ber vê yekê bal tê kêşan ku çareseriya pirsa kurd dê geepêdana aboriyê jî bi xwe re bîne.