Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Mehmûd Meşhedanî dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Serokê Civata Nûnerên Îraqê Mehmûd Meşhedanî dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 01.11.2024) di peyamekê de ragehand, “Ji ber hilbijartina wî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê, ez bi germî pîrozbahiyê li birayê xwe yê rêzdar Dr. Mehmûd Meşhedanî dikim û daxwaza serkeftinê jê re dikim. Em piştrast in ku hilbijartina cenabê wî pêngaveke erênî ye ber bi qonaxeke nû ya alîkarî û hevkariyên navbera aliyên siyasî yên welatî di birêvebirina siyasî û kargêrî û qanûnî de.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Em hêvîdar in ev hilbijartina cenabê wî bibe sedema mukomkirina bihevrebûna niştîmanî ji bo bikarxistina hemî bizavan pêxemetî xizmetkirina baştir a welatî bi hemî pêkhateyên wî ve, herwesa Civata Nûneran jî çalaktir li ser erkê qanûndananê berdewam be ku bersivbêja bendemana gel be û seqamgiriya niha û paşeroja welatî bihêztir bike.”

Civata Nûnerên Îraqê duhî (Pêncşem, 31.10.2024) ji bo dengdana li ser hilbijartina serokekî nû civiya û Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbehî û Amir Ebdulcebar ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kandîd bûn.

Mehmûd Meşhedanî di gera duyê ya dengdanê de ji 271 dengan 182 deng bi dest xistin û wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Mehmûd Meşhedanî kî ye?

Mehmûd Dawid Meşhedanî li sala 1948ê li Bexdayê hatiye ser dinyayê.

Qonaxên xwandina seretayî, navincî û amadeyî li devera Kazimiyeyê ya Bexdayê temam kirine.

Li sala 1972ê kolîja pizişkî li Zanîngeha Bexdayê temam kiriye.

Li sala 1981ê ji ber çalakî û helwestên siyasî hatiye zindanîkirin.

Li sala 2000ê sizayê 15 salên zindanîkirinê jê re hatiye derxistin.

Li sala 2004ê bûye endamê damezrandina Civata Diyaloga Niştîmanî.

Li sala 2004ê bûye endamê Lijneya Nivîsîngeha Destûrî.

Li sala 2006ê wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Li sala 2021ê wekî endamê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Duhî (31.10.2024) wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.