Mehmûd Meşhedanî spaspiya helwest û piştgiriyên Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Mehmûd Meşhedanî bi Serok Barzanî re peywendiyeke tilefonî û dike û spaspiya helwest û piştgiriyên Serok Barzanî dike.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî û Serokê Civata Nûnerên Îraqê yê nû Mehmûd Meşhedanî îro (În, 01.11.2024) peywendiyeke tilefonî kir.”
Serok Barzanî di wê peywendiya tilefonî de “piştevanî û pîrozbahiyên xwe ji bo Mehmûd Meşhedanî ragehandin, ji bo hilbijartina wî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê. Li beranber wê yekê jî, Serokê Civata Nûnerên Îraqê yê nû spasiya helwest û piştgiriyên Serok Barzanî di çarekirina arêşeyan û hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê de kir.”
Her di wê peywendiya tilefonî de tekez li ser “çarekirina û yekalîkirina arêşeyên hilawîstî û herwesa derbazkrina wan qanûnan hat kirin, ku di berjewendiya gelên Îraqê de ne û dibin sedema çarekirina giriftên nav piroseya siyasî ya Îraqê.”
Civata Nûnerên Îraqê duhî (Pêncşem, 31.10.2024) ji bo dengdana li ser hilbijartina serokekî nû civiya û Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbehî û Amir Ebdulcebar ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kandîd bûn.
Mehmûd Meşhedanî di gera duyê ya dengdanê de ji 271 dengan 182 deng bi dest xistin û wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.
Mehmûd Meşhedanî kî ye?
Mehmûd Dawid Meşhedanî li sala 1948ê li Bexdayê hatiye ser dinyayê.
Qonaxên xwandina seretayî, navincî û amadeyî li devera Kazimiyeyê ya Bexdayê temam kirine.
Li sala 1972ê kolîja pizişkî li Zanîngeha Bexdayê temam kiriye.
Li sala 1981ê ji ber çalakî û helwestên siyasî hatiye zindanîkirin.
Li sala 2000ê sizayê 15 salên zindanîkirinê jê re hatiye derxistin.
Li sala 2004ê bûye endamê damezrandina Civata Diyaloga Niştîmanî.
Li sala 2004ê bûye endamê Lijneya Nivîsîngeha Destûrî.
Li sala 2006ê wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.
Li sala 2021ê wekî endamê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.
Duhî (31.10.2024) wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.