Hesen Oktay: Mafên rewa yên gelê Kurd cuda ne, daxwazên PKKê cuda ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Kompaniya lêkolînan KAFKASAMê derbarê egera destpêkirina pêvajoyeke nû çareseriyê li Tirkiyeyê dibêje, “Li Tirkiyeyê divê pirsa Kurd û PKKê ji hev cuda bên nirxandin.PKK nûneratiya hemû kurdan nake.”

Berpirsê Kompaniya lêkolînan KAFKASAMê û pisporê pêwendiyên navdewletî Hesen Oktay, di beşdariya bultena K24 de got: “Ev prose cidî ye. Lê serkeftina proseya girêdayî helwesta aliyan e. Heta ku gelê Kurd li Anatolya ye, xwe di nava ewlehiyê de nebîne, hikûmet neçare daxwazên welatiyan cîbicî bike. Hikûmet vê yekê wek şanseke dawî dibîne û dê cîbicî bike.”

Oktay got jî: “Piştevaniya Devlet Bahçelî ji bo hikûmetê jî giring e. Li ser axaftinên Bahçelî, li Tirkiyeyê nîqaşên berfireh hatin kirin. Baxçelî dibêje, li ser daxwazên gelê Kurd divê gav bên avêtin. Di demên pêş de, dê pêşhatên pir baş û neçaverêkirî pêk werin.”

Amaje bi wê yekê kir jî: “Li Tirkiyê divê pirsa Kurd û PKK ji hev cuda bihên nirxandin. PKK ji ber şerê çekdarî yê çil salên dawî, dixwaze bi navê gelê Kurd biaxive. Lê PKK nûneratiya hemû kurdan nake, lê ev yek nayê qebûlkirin.”

Oktay tekez kir jî: “Mafên rewa yên gelê Kurd cuda ne, daxwazên PKKê cuda ne. Divê li Tirkiyeyê wekheviya yasayî û siyasî ji gelê Kurd re hebe.”