Gultan Kişanak: Divê di proseya nû de şaşiyên berê neyên dubarekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd û hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişank ragihand, divê di proseya nû de, şaşiyên berê neyên dubarekirin.
Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak ku piştî heft salan, berî çend mehan ji zîndanê derketiye, li Êzmîrê di Pêşangeha Pirtûkan de bal kişand li ser giringiya çareseriya pirsa Kurd û got, ji bo proseyeke nû hîn gavên berbiçav nehatine avêtin.
Kişanak got, ew naxwazin pirsa Kurd li dadgehan gotûbêj bikin, dixwazin di rewşeke azad de gotûbêj bikin û divê hemû akterên proseyê bikaribin hemû nêrinên xwe bi awayekî azad bînin ziman.
Kişanak her wiha got, Pêwîst e em kêmasiyên proseyên berê bibînin û proseya nû baştir birêve bibin. Dive rêyên nû werin vekirin.” Da xuyakirin jî, pirsa Kurd ne pirsa desthilatdaran e, lê pirsa Kurd pirsa gel e.
Proseya nû, niha li aliyê Kurdan bi awayekî germ tê gotûbêjkirin. Li ser vê mijarê, konfrenas û panel tên sazkirin. Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mihemed Kaya dibêje, ji destpêka şerê PKKê di sala 1984 de, 4 trilyon û 200 milyar dolar ziyanên şer hene û eger ev şer nebûya, niha ev pare di bêrika dewletê de bû.