Ehmed Turk ji K24ê re: Ew dixwazin me bêdeng bikin

Ehmed Turk
Ehmed Turk

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Mêrdînê yê jikardesxistî li ser dûrxistina wî ji postê wî amajeyê dide, “Ev pêngaveke ji bo bêdengkirina gelê Kurd.” Tekez jî dike, “Hikûmeta Tirkiyeyê çi pêngavên kiryarkî ji bo piroseya aştiyê ya nû neavêtine.”

Biryara Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo dûrxistina Serokên Şaredariyan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan da.

Li dû ragehandineke Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, “Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk ji ber wê tometa xistiye ser wî û sizayê zindanîkirinê bi tawana endambûna di rêkxistina terorsitî ya çekdarî de, ji erkê wî hat dûrxistin û Parêzgerê Mêrdînê bi wekalet Tuncay Akkiyon serokatiya şaredariyê bi qeyûm bi rê ve dibe.”

Ehmed Turk: Biryara dûrxistina min li dijî nirxên demokrasî ye

Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk îro (Duşem, 04.11.2024) piştî dûrxistina wî ji postê wî li gel bi dehan alîgirên wî li beranberî Serokê Şaredariyê kombûneke nerazîbûnê kir.

Ehmed Turk di daxuyaniyekê de bi peyamnêrê K24ê Mahir Yûksel re ew biryar wekî “nedadî û dijî nirxên demokrasî” binav kir û tekez kir, “Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê rêz li îradeya gelê Kurd negirtiye û em bi hemî awayan li dij radiwestin.”

Ehmed Turk bi rêya K24ê daxwaz ji welatiyên Mêrdînê û siyasetvanên Kurd ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir ku “biçin beranberî şaredariyê û mil bi milê wan ve nerazîbûna xwe li dijî siyaseta bêdengkirinê û nehêlana gelê Kurd berçav bikin û wê biryarê şermezar bikin.”

“Çi pêngavên kiryarkî ji bo piroseya aştiyê ya nû neavêtine”

Wî siyasetvanê Bakurê Kurdistanê di derheqa gotgotka girêdayî ragehandina piroseya aştiyê ya nû de amaje da, “Em her roj dibînin ku ew gotgotk û bizav ji rastiyê dûr in. Daxwaziya me aştiyeke bi serfirazî ye. Daxwaziya me wekî gelê Kurd, gelê Turk û gelên din jî demokrasî û jiyaneke azad e, lê em îro dibînin ku ew dixwazin îradeya gelê Kurd nehêlin û bêdeng bikin.”

Ehmed Turk herwesa got, “Çi pêngavên kiryarkî ji bo piroseya aştiyê ya nû neavêtine. Me di demên borî de dixwast careke din vê piroseyê nû bikin û çareyeke siyasî ji bo doza Kurdan li Tirkiyeyê peyda bikin, lê ya ku wan dixwast û hez û daxwaziyên gelê Kurd ne yek in.”

Navbirî amaje ron jî kir, “Hikûmeta Tirkiyeyê bi rêya piroseya aştiyê ya nû dixwaze gelê Kurd bêdeng bimîne û xwe bide destê wan. Bi vî awayî arêşeya Kurdan nayê çarekirin. Pirojeya me wekî gelê Kurd ji pirojeya wan cuda ye, ya me azadî, aştî, bihevrebûn û jiyaneke bi serfirazî ye, lê ew bi me re li ser vê pirojeyê hevnerîn nînin.”