Amerîka û welatên Ereban piştgiriya veguhestina siyasî li Sûriyeyê û parastina mafên pêkhateyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka û Koma Têkiliyan a Ereban a derbarê Sûriyeyê tekeziyê li ser yekîtî, yekparçeyiya xak û serweriya Sûriyeyê, parastina mafên jinan û pêkhateyan di Sûriyeya nû de dikin.
Koma Têkiliyan a Ereban a derbarê Sûriyeyê bi wezîr û nûnerên Behreyn, Fransa, Elmanya, Qeter, Tirkiye, Îmarat, Brîtanya, Amerîka, Yekîtîya Ewropa û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyeyê re li Aqebeyê civiyan û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj kirin û daxuyaniyeke hevbeş berlav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
- Ew piştgiriya xwe ya tam ji gelê Sûriyeyê re di vê qonaxa krîtîk a dîroka wê de nîşan didin, ji bo avakirina pêşerojeke bi hêvî, ewletir û aştiyane.
- Ew di wê baweriyê de ne ku proseya siyasî ya veguhêz, divê bi serpereştiya Sûriyeyê be û hikûmeteke berfireh, ne mezhebî û nûneratiyan hemûya bike pêk bîne, bi pêvajoyeke şefaf û li ser bingeha pirensîpên biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî.
- Herwiha piştevaniya xwe ji erkê Nûnerê Taybet ê NetewEYên Yekgirtî re tekez kirin û daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kirin ku qada hebûna Netewên Yekgirtî li ser erdê berfirehtir bike.
- Piştgiriya tam ji bo yekîtî, yekparçeyiya xak û serweriya Sûriyeyê piştrast kirin.
- Tekezî li ser rêzgirtina mafên mirovan, di nav de mafên jinan û pêkhateyan kirin û tekezî li ser parastina saziyên dewletê yên ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê dikin û xizmetên girîng pêşkêşî wan dikin.
- Tekezî li ser giringiya rûbirûbûna terorê û tundrewiyê kirin, di nav de nehiştina dubare derketina hemû komên terorîst. Herwiha daxwaz kirin ku xaka Sûriyeyê nebe metirsî li ser ti welatan û nebe penageha terorîstan.
- Aliyên civînê bang li hemû aliyan kirin ku şer li Sûriyeyê rawestînin.