Arif Humamî: Aliyên siyasî li ser edilandina qanûna hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya Qanûnî ya Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Hilbijartin di dema xwe de tên kirin û alî jî qanûna hilbijartinan diedilînin.”
Di vî warî de Arif Humamî ji Lijneya Qanûnî eşkere kiriye ku, aliyên siyasî û endamên Civata Nûnerên Îraqê jî li ser qanûna hilbijartinên Civata Nûnerên Îraqê kar dikin, tekezê li ser wê yekê jî dike ku hilbijartin di dema xwe de yanî Cotmeha îsal bên kirin.
Li dû gotina Humamî, niha hêzên siyasî ber bi edilandina hilbijartin û destkarîkirina sîstema Sant Lîgoyê ve diçin, ji vî alî ve hejmareke pêşniyarên hêzên siyasî li ser yek bazine ji bo her parêzgehekê heye, herwesa li wan parêzgehên rêjeya şêniyên wan gelek e jî daxwaz tê kirin ku bibin du bazineyên hilbijartinan.
Pirsa hilbijartinan li Îraqê piraniya deman ji zarê serkirdeyên siyasî ve tê bihîstin. Mimkin e ku hêzên siyasî ji bo rizgarkirina welatî ji wan qeyranên siyasî yên ku tûş bûye, hilbijartinan wekî baştirîn çareserî bibînin, ji bo ku çaksazî di piroseya siyasî de bê kirin û bizav bê kirin ku hêzên din jî tevlî wê piroseya hilbijartinan bibin.
Serokê Civata Nûnerên Îraqê jî ji aliyê xwe ve behsa giringiya wê piroseya hilbijartinan û birêveçûna wê di dema diyarkirî de dike.