Şandeya Dem Partiyê bo hevdîtina ligel Ocalan serlêdana Wezareta Dadê kir

Diyarbekir (K24) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina duyem a ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan serlêdana Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Ji aliyê ofîsa Ragihandinê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ve hate ragihandin ku, şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina duyem bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serlêdana Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Herwiha hate ragihandin ku, ew serlêdan bi nivîskî hatiye kirin.

Ger serlêdana ji bo Wezareta Dadê hatiye kirin bi erênî bê encamdan, ew şande dê carek din biçe Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtina duyem pêk bîne.

Tê çaverekirin di şandeya ku ji parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat de, vê carê Hevşaredarê Mêrdînê yê ku qeyûm bo cihê wî hatiye tayînkirin Ahmet Turk jî cîh bigre.