Îro Şanda Dem Partiyê bi Ocalan re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê careke din bi Ebdila Ocalan re dicive û danûstandinên piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin.

Tevî ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bi awayekî fermî ranegehandiye lê ajansên nêzî Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ragehand, “Şandeke Dem Partiyê îro (Çarşem, 22.01.2025) serdana girava Îmraliyê dike û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re dicive.”

Her li dû wê çavkaniyê, armanca civîna îro ya şanda Dem Partiyê bi Ocalan re berdewamkirina danûstandinên girêdayî piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Endamê Şanda Dem Partiyê ji bo danûstandinên bi aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re Sirri Sureyya Onder duhî (Sêşem, 21.01.2025) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, piştî hevdîtina duyê ku biryar e îro bê kirin, li paşerojê hevdîtina sêyê jî bi Ocalan re tê kirin û piştî hingê, nexşerêya Rêberê PKKê yê zindanîkirî ji bo piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere dikin.

Şandeke Dem Partiyê, bi merema pêşkêşkirina daxwaziyekê ji bo dubare çavpêkeftina bi Ocalan re, li roja Duşemê (20.01.2025) li zindana Îmraliyê serdana Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir û heta niha wê wezaretê bi awayekî fermî bersiva daxwaza wan nedaye.

Civîna yekê ya şanda Dem Partiyê bi Ocalan re, ku ji Ehmed Turk û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû, li roja Şemiyê (28.12.2024) hat kirin û paştir wê partiya Kurdî di ragehandinekê de encama wê hevdîtinê ji bo raya giştî eşkere kir, ku ji çend xalan pêk hatibû.

Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”

Piştî wê hevdîtinê jî, şanda Dem Partiyê ji bo eşkerekirina encamên civîna xwe ya bi Ocalan re cuda cuda bi partî û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê re civiya. Piştî temambûna wan civînan jî, di ragehandinekê de tekez kir ku, helwesta aliyên siyasî li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erênî bû.

 
 
Fly Erbil Advertisment