Li Îraqê ji ber hejariyê nêzî yek milyon zarokan kar dikin

Bexda
Bexda

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû amarên nefermî, yek milyon zarokên karker li Îraqê hene. Ev yek jî, bi gotina çavdêr û çalakvanan, bi welatekî zengîn ê wekî Îraqê re hev nagire.

Berpirsê Tora Mafên Zarokan dibêje, “Karkirina zarokan wekî bombeyeke çandî ye, ji ber ku wan zarokan çarenivîseke baş nabe û mimkin e li paşerojê ji aliyê rêkxistinên terorsitî ve bên bikaranîn.”

Çalakvan Buşra Ebul Ebas ji K24ê re ragehand, “Hebûna zarokên karker li deverên pîşesazî yên Bexdayê, xasma jî ew zarokên ku jiyê wan di navbera 10 heta 15 salan de ye, sedema wê şkestina pilana aborî ya Îraqê ye, herwesa bêşiyaniya berpirsan di warê çaksaziya aborî de, vê yekê jî gel xistiye nav nexweşiyan.”

Serokê Rêkxistina Mafên Zarokan Heyder Qureyşî jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Karkirina zarokan mijareke gelek bitirs e, heta qanûnên cîhanî jî karkirina zarokan qedexe dikin. Baş e zarokek ku li ser cadeyan kilînis û cigereyan bifiroşe, paşeroja wî dê çi be? Em wekî bombeyeke çandî ji bo paşerojê temaşeyî wî dikin.”

Li dû amarên nefermî, ku ji aliyê rêkxistinên mafên mirovan ve hatine kirin, nêzî yek milyon zarokan li Îraqê kar dikin. Ev yek jî wesa dike ku Îraq piştî Misir, Yemen û Sûdanê li rêza çarê ya karkirina zarokan bê.