Pete Hegseth: Biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê di destê Trump de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand, biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, di destê Serokê Amerîkayê Donald Trump de ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê di destê Donald Trump de ye û dê berjewendiyên stratejîk ên wî welatî li ber çav bê girtin.

Hegseth got: “Em li Pentagonê ji bo her egerekê plan dikin û amadekariyan jî dikin.”

Du berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê berî çend rojan ji ajansên nûçeyan re gotibûn, Donald Trump û çend berpirsên îdarî daxwaza vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê kirine.