Kenanoglu: Hikûmetê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî çi gav neavêtine

Stenbol (K24) – Tê çaverêkirin ku Rêberê PKK’ê yê zindanîkirî Abdullah Ocalan di demeka nêzik de banga danîna çekan li PKK’ê bike. Lê siyasetmedarekî DEM-Partiyê taybet bo Kurdistan24ê eşkere kir, heke hikûmeta Tirkiyeyê gavek diyar bo çareserkirina pirsa Kurdî navêje, eger heye PKK dest ji çekan bernede. Profesorekî diyar ê Tirkiyeyê jî dibêje, danîna çekan bo aşitiyeka mayînde bes niye, divê Tirkiye mafên Kurdan ên netewî nas bike. 

Çalakiyên Kongireya Demokratîk a Gelan (HDK) ya ji bo piştgirîkirina Pêvajoya Aşitiyê berdewam e û di vê çarçoveyê de li Stenbolê konferansek bi navê “Di riya azadî û wekheviya gelan de çareserî aşitî ye” hate lidarxistin. 

Hejmarek zêde kesayetên diyar, pispor û siyasetmedar, çareserkirina pirsa Kurdî, pêvajoya aşitiyê û bûyer û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin. 

Ev konferans, di demekê de bi rê ve diçe, tê çaverêkirin Rêberê PKKê yê zindanîkirî Abdullah Ocalan banga çekdanînê li PKKyê bike. Lê li gor siyasetmedarekî DEM-Partiyê, hikûmeta Tirkiyeyê ji bo danîna çekan heta niha çi zemîneka demokratîk ava nekiriye û gavek diyar neavetiye. Ev jî encamdana banga Ocalanî dikare lawaz bike. 

Hevpeyvdarê HDK’ê Alî Kenanoglu ji K24ê re got: “Heta niha ji bo çareserkirina pirsa Kurdî çi gav nehatiye avêtin. Ez bawer nakim ku bêyî ev gav were avêtin, banga çekdanînê were kirin û PKK jî vê bangê qebûl bike. Ji ber ku ev rewşa niha hincetên çekdarbûna PKKê ji holê ranake. Ma xelk ji bo çi beşdarê PKKê bûn û çûn çiyayî? Lê bêgûman em wekî siyasetmedarên yasayî li ser vê pirse biryar nadin û hevtayê vê pirsê Ocalan e. Me jî zanyariyeka zelal niye ku pêvajoya danîna çekên PKKyê dê di kîjan şert û mercan de bi rê ve biçe. Em tenê rewşê dikarin şîrove bikin.”

Profesorekî diyar ê Tirkiyeyê jî dide zanîn, danîna çekan bo aşitiyeka mayînde bi serê xwe bes niye û divê Tirkiye, Kurdan wekî neteweyek qebûl bike û mafên wan ên netewî binase. 

Prof.Dr. Levent Koker dibêje: “Nasnameya Kurdî tenê wekî nasnameyeka çandî tê qebûlkirin wekî xelkekî cûda nayê qebûlkirin. Wekî nimûne, dema behsa çareserkirina pirsa zimanî tê kirin, dewlet televîsyoneka Kurdî vedike, rê dide ku dersên Kurdî werin xwendin, lê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê qebûl nake. Ji ber ku dewlet Kurdan wekî xelkekî cûda nas nake. Divê Tirkiye ji bo aşitiyeka mayînde dest ji vê siyaseta xwe berde. Herwiha divê mafê xwebirêvebirinê jî nas bike. Danîna çekan bi serê xwe aşitiyê naynê û pirsa Kurdî çareser nake.” 

Hefteya borî Hevserokê DEM-Partiyê ragihandibû ku Ocalan dê di demeke nêzik de bangekî dîrokî bike. 

HDK û DEM-Partî, çi bi mitîngên aşitiyê, çi bi berhevikirina îmzeyan çi jî bi konferansên wiha piştgiryeke bihêz dide Pêvajoya Aşitiyê û dixwaze hikûmet gavek diyar bo çareserkirina pirsa Kurdî bavêje.