Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê bi Serok Barzanî re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (Duşem, 10.02.2025) di ragehandinekê de amaje da ku şanda wê ji bo Îmraliyê, ku du caran bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye, serdana Hewlêrê dike.

Li dû wê ragehandinê, şanda Dem Partiyê ku ji Perwîn Buldan û Sirî Sureya Onder pêk tê li roja Yekşema bê (16.02.2025) serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re danûstandinan li ser pirsoeya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û encamên civînên wan ên bi Ocalan re dike.

Heta niha şanda Dem Partiyê du caran li girava Îmraliyê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Ocalan re civiyaye. Tevî ku bi awayekî fermî nehatiye ragehandin, lê medyayên Tirkiyeyê amaje daye ku li van nêzîkan şanda Dem Partiyê ji bo cara sêyê serdana Îmraliyê dike.

Medyayên Tirkiyeyê behsa wê yekê jî dikin ku piştî wê civînê, Ocalan li zindana Îmraliyê bi awayekî rasterast peyamekê li ser piroseya nû ya aştiyê parve dike û tê de daxwazê ji çekdarên PKKê dike ku, çekê xwe dane û dest bi danûstandinan bike.

Ron nîne ka Ocalan li beranberî çi daxwaza çekdananê ji PKKê dike, lê ya ku hemî li ser yek in gerentîkirina mafên Kurdan di nav destûrê Tirkiyeyê de ye, di ser hemiyan re jî itîrafkirina bi zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî, azadkirina hejmareke zêde ya siyasetmedarên zindanîkirî yên Kurd, rakirina qeyûman ji ser şaredariyên Kurdî û çend mafên din in.