Nûnertiya ENKSê: Penaberên li Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke kêm vedigerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê radigihîne, penaberên Rojavayê Kurdistanê heta niha nikarin vegerin ser cih û warên xwe, ji ber ku rewş nehatiye guhertin.

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Herêma Kurdistanê îro 10ê Sibatê bi rêveberiya kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê re civiya û rewş û astengiyên li pêş penaberan gotûbêj kirin. 

Serokê Nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî got, ew kar li ser nexşeriyekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan li Kampan dikin.

Cedan Elî derbarê vegera penaberan de diyar kir, veger heye, lê ji aliyên welatiyên Ereb ve ye, lê ji aliyê Kurdan ve tune ye, eger hebe jî gelekî kêm e, ji ber ku hîn tevaya deverên Rojavayê Kurdistanê ne aram e.

Tekez kir jî, eger hinek aramî û xweşî peyda bibe, ew ê bi penaberan re alîkariyê bikin, ta ku ew bi azadî û bi awayekî ewle vegerin ser cih û warên xwe.