NY: Zêdetirî 511 hezar penaber li Dihok û Hewlêrê dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekgirtî di raportekê de dibêje, zêdetir ji 511 hezar penaberan li parêzgehên Dihok û Hewlêrê dimînin, ku piraniya wan li derveyî kampan in.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) îro 11ê Sibatê di raporekê de got: “Heta meha Berçileya 2024an, zêdetir ji 36 hezar penaber, ku piraniya wan Êzidî ne, ji kampên her du parêzgehên Dihok û Hewlêrê derketine. Niha li parêzgehên Dihok û Hewlêrê 242 hezar penaber ku piraniya wan xelkê Sûriyeyê ne, ji sedî 70 zarok û jin in.”
Di raporê de hatiye gotin: “230 hezar penaber li parêzgeha Hewlêrê dimînin, ji wan 215 hezar li derveyî kampan in û tenê 11 hezar penaber di şeş kampan de dijîn, ji van jî 6 hezar û 600 kes heta meha Berçileya 2024an ji kampan derketine.”
Li gorî raporê: “Li parêzgeha Dihokê zêdetir ji 281 hezar penaberan hene, ji sedî 65ê wan li derveyî kampan dijîn, ji 98 hezar penaberan tenê ji sedî 35ê wan di 14 kampan de dijîn, ku ji sedî 90ê wan Êzidî ne.”
Neteweyên Yekgirtî got: “Ji Berçileya 2024an vir ve, 30 hezar penaber ji Dihokê derketine û ewên mane jî piraniya wan li Amêdî, Şêxan, Akrê, Sêmêl û Zaxoyê dijîn.”