Mesrûr Barzanî: Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan derfeteke baş e ji bo rûbirûbûna kêşeyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de bi kanaleke Îmaratê re, behsa girîngiya lûtkeyê û derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, sekoyeke girîng e ji bo beşdarbûna serkirde û hikûmetên cîhanê, ji bo gotûbêjkirina mijarên ku ji bo neteweyên herêmê cihê dilgiraniyê yan cihê giringiyê ne.”

Her wiha spasiya şêx Mihemed Bin Zayid û Şêx Mihemed Bin Raşid kir, ji bo destpêşxeriya wan ku bûye cihê komkirina hikûmet û serokan ji bo li ser mijarên girîng gotûbêjan bikin.

Mesrûr Barzanî got: “Ev derfeteke baş e bo min ku ez bi serkirdeyên cîhanê re bicivim û li ser mijarên girîng gotûbêjan bikim. Di heman demê de, li ser çawaniya çareserkirina kêşeyên ku em pê re rû bi rû ne, nêrînan bi hev re parve bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa ezmûna Herêma Kurdistanê kir û got: “Me ji ezmûna welatên din ên ku heman rê şopandine, sûd wergirtin, di nav de jî Îmarat, ku di çend salên borî de ezmûneke wê ya baş hebû. Ev ji bo me girîng bû ku em bibînin ka em çawa dikarin hevaheng bin û ji derfetan sûd werbigirin, bi karsazan re guftûgoyan bikin ku dixwazin di sektorên pîşesaziyê de veberhênanê bikin.”

Herwiha got: “Tiştê ku divê em di demek kurt de bikin ew e ku em bi hemû serkirdeyên siyasî, karsaz, kompanî û hemû aliyên beşdar re li hev bikin û baştirîn bîroke ji bo çareseriyan werbigirin.”

Li ser plana bikaranîna teknolojiyên di karûbarên enerjiya nû û zîrekiya çêkirî di karûbarên hikûmetê de, Mesrûr Barzanî got: “Me kar kir ku aborî û veberhênana xwe cihêreng bikin. Enerjî yek ji wan beşan e û em tekezî li ser pêşxistina enerjiya nûjen li Herêma xwe dikin, ji ber ku pêwîstiya navçeyê bi hin enerjiyê heye, çi elektrîk be yan jî birêvebirina çavkaniyên avê, yan jî çawaniya bikaranîna çavkaniyên kanzayan.

Herwiha got: “Ji bilî wan, sektorên din jî hene, wek geştyarî yan avakirina jêrxaneya kertên din, wek jêrxaneya tenduristiyê û perwerdehiyê, ev qad hemû hewceyî veberhênanê ne û me hewl da ku em di van beşan de veberhênan bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Me di van beşan de veberhênan kiriye û me serkeftin bi dest xistiye û emê berdewam bin jî. Ji ber ku em dixwazin ji vê serkeftinê zêdetir bi dest bixin. Lê ewên ku girêdayî teknolojiyê ne, ku ev jî mijareke din e û me hewl daye ku bi qasî ku ji destê me were di sektora giştî û taybet de bipêş bixin û em dixwazin ezmûna kesên din ji bo zêdetir pêşdebirina vî warî bikar bînin.”

Derbarê rûbirûbûna guherîna keşûhewayê de jî, Serokwezîr got: “Me li Herêma Kurdistanê kariye gaza hi heder bû werbigirin û ji wê elektrîkê berhem bînin. Wekî din, gelek deverên din hene ku em bi kompaniyan re dixebitin ku derfetên veberhênanê peyda bikin. Her wiha me hewl daye ku enerjiya rojê û bendavan ji bo hilberîna elektrîkê bikar bînin û di sektora çandiniyê de sûdê jê werbigirin.”

Li ser pirsa ku ew Kurdistanê di deh salên bê de çawa dibînin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez Kurdistanê wek navekî nû li ser nexşeya welatên pêşketî dibînim. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi hevkariya hemû hevalan heye, ta ku em serkeftinên zêdetir bidest bixin. Ji ber ku Kurdistan cihekî aram û parastî ye ji bo hemû kesên ku dixwazin serdana wê bikin. Lewma em hêvîdar in di salên pêş de Herêma Kurdistanê di ast û qonaxake din de be.”