Orhan Mîroglu: Nêrîn û pêşnıyarên Serok Barzanî bi bandor in

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar Orhan Mîroglu Derbarê serdana Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê ya bo Serok Mesûd Barzanî radigihîne, helbet divê sûd ji ezmûna Serok Barzanî were wergirtin.

Derbarê serdana Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê ya bo Serok Mesûd Barzanî de, siyasetmedar Orhan Mîroglu dibêje, Serok Mesûd Barzanî selmandiye ku di pêvajoyên wisa de jêhatî û zana ye û dikare şîretên bibandor li aliyên kurd bike û ji ber vê yekê jî dema li deverekê behsa çareseriya pirsa kurd were kirin an jî doza kurd û kurdistanê were meşandin, helbet divê sûd ji ezmûna Serok Barzanî were wergirtin.

Ev yek di demekê de ye, Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê duh 15ê Sibatê giheşte Herêma Kurdistanê û biryar e îro jî bi Serok Barzanî re bicive û derbarê proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêj bike.

Ji aliyekî din ve, Endama Şanda Dem Partiyê ji bo Zindana Îmraliyê Perwîn Buldan pêştir ji K24ê re gotibû: “Em serdaneke gelek giring ji bo Hewlêrê dikin û em li roja Yekşemê bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re dicivin.”

Perwîn Buldan got jî: “Em ê di wan civînan de danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê bikin, piştî ku me du caran bi Ocalan re danûstandin kirine û me ji wî re ragehandiye, ku civîna me bi Serok Barzanî re û wergirtina nerînên wî li ser vê piroseyê gelek giring e.”