Serok Barzanî bi Şanda Dem Partiyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Dem Partiyê bo Îmraliyê, ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îro 16ê Sibatê bi Serok Barzanî re civiya.
Peyamnêrê K24 Nawras li Hewlêrê da zanîn, Şanda Dem Partiyê ya ji bo Îmraliyê îro demjimêr 10:00ê gihîşt baregeha Barzanî û bi Serok Barzanî re civiya.
Şanda Dem Partiyê ku ji Parvin Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê mijare sereke ya civîna wê bi Serok Barzanî re derbarê pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibe.
Şanda Dem Partiyê duh şemiyê 15-02-2025ê gihîştibû Hewlêrê û heta sibê Duşemê 17-02-2025 li Herêma Kurdistanê dibê û di hejmarek hevdîtinên din pêk bîne.
Tê payîn, Şanda Dem Partiyê ku pêştir du caran bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, piştî vegera xwe, bo cara sêyemîn jî bi Ocalan re hevdîtinê bike.