Umêd Xoşnaw: Em hêvî din pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir bipêş ve biçin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser hevdîtinên şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê li Herêma Kurdistanê ragihand, “Em hêvî din ku piştî vegera şandeyê, pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir û çaktir bipêş ve biçin.”
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ligel şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê îro 17ê Sibatê konferanseke rojnamevanî derbarê hevdîtinên şanda DEM Partiyê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de lidar xist.
Parêzgarê Hewlêrê di destpêkê de pêşwazî li şanda DEM Partiyê kir û got: “Şanda Îmraliyê ku ji endamên çend partiyan siyasî, parlamenter û parêzerên Abdullah Ocalan pêk hatibû, duh bi Serok Barzanî re û îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan.”
Umêd Xoşnaw da zanîn: “Şandayê di hevdîtinên xwe de, ji bilî gihandina silav û rêzê Abdullah Ocalan bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyama taybet a Ocalan gihandin Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê.”
Herwiha got: “Tevî bi germî pêşwazî li vê şandeyê dikin, hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin. Herêma Kurdistanê derbarê proseya aştiyê de, di dema borî de roleke wê ya giring hebû û niha jî piştevaniyê li proseya aştiyê dike. Herwiha hêvî din ku piştî vegera şandeyê, pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir û çaktir bipêş ve biçin.”
Bayindir: Çareserkirina pirsa Kurd dê bandorê li herêmê jî bike
Ji aliyê xwe ve, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ku endamekî şanda DEM Partiyê bo Hewlêrê ye di konferansa rojnamevanî de got: “Hevdîtinên me bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gelek baş bûn û dê bandoreke erênî li ser pêşketina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bike.”
Bayindir got jî: “Gelê Kurd hêvî dike ku li ser bingeha demokrasî û dadweriyê pêvajoyeke nû ya aştiyê bê ragihandin. Çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêguman wê bandoreke wê ya erênî li parçeyên din ên Kurdistanê û heta li Rojhilata Navîn jî bike.”
Herwaha got: “Pirsa kurd bûye pirseke herêmî û navdewletî û hemû welatên navçeyê gotûbêjan li ser çawaniya çareserkirina vê pirsê dikin, lê helwest û rola berpirsên Kurd ji yên hemû aliyên din bi bandortir e.”