Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şanda Dem Partiyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda Dem Partiyê danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin.
Medyaya nêzî Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ragehand, “Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê li sibeha îro (Çarşem, 19.02.2025) di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê de bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive.”
Tê çaverêkirin ku di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda Dem Partiyê de, danûstandin li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin.
Şanda Dem Partiyê li roja Şemê (15.02.2025) bi hevaltiya Hevserokê Partiya Herêmên Demokrat (DBP) Keskin Baynder gehişt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve pêşwaziya wan hat kirin.
Şanda Dem Partiyê heta niha ev civîn li Herêma Kurdistanê kirine:
1. Bi Serok Barzanî re li Hewlêrê, (Yekşem, 16.02.2025)
2. Bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li Hewlêrê (Duşem, 17.02.2025)
3. Bi Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî re li Silêmaniyê (Sêşem, 18.02.2025)
Tê çaverlkirin ku piştî vegeriyana wê ji bo Bakurê Kurdistanê, şanda Dem Partiyê, ku du caran bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye, ji bo cara sêyê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Ocalan re bicive.
Berdevka Dem Partiyê Ayşe Gul jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Piştî civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê, Dem Partî ragehandineke tevgir li ser piroseya nû ya aştiyê radigehîne.”