Lijneya Petrol û Gazê: Hemî amadekarî ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Hemî amadekariyên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine temamkirin.”
Berdevkê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Elî Şedad di derheqa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê de got, “Çi berbest nemane û hemî amadekarî ji bo wê piroseyê hatine kirin. Li dû edilandina budceyê jî, ew hejmara ji Herêma Kurdistanê tê şandin di navbera 300 heta 325 hezar bermîlên petrolê de ne.”
Berdevkê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku hejmara petrola bikarînayî li hundir ji her rojê 45 hezar bermîlên petrolê bibe her rojê 110 hezar bermîlên petrolê.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî jî li roja Înê (28.02.2025) ragehand, “Di pêngava yekê de, Kompaniya Berbazarkirina Petrola Federalî (SOMO) her rojê 185 hezar bermîlên petrolê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê difiroşe, heta pêngav pêngav digehe wê hejmarê ya ku di budceya giştî ya federalî de amaje pê hatiye dan.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja Sêşemê (25.02.2025) di peywendiyeke tilefonî de danûstandin li ser rewşa Sûriye û deverê, komên çekdar, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hejmareke pirsên din kirin.
Li dû ragehandina Wezareta Derve ya Amerîkayê, di wê peywendiya tilefonî de Robio amaje daye ku, divê bi zûtirîn dem petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê bê hinardekirin û rêz li peymanên petrolê yên kompaniyên Amerîkayî bê girtin, ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê kar dikin.
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê ji Adara sala 2023ê ve hatiye rawestandin, ew jî piştî biryareke dadgeha navbijîvaniyê ya navdewletî li Parîsê hat, ku di berjewendiya Hikûmeta Îraqê ya Federalî de biryar da.
Li dû amaran, ji wê rojê ve ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin, heta niha zêdetirî 21 milyar dolaran zirara darayî gehiştiye gencîneya Hikûmeta Îraqê.