Bakirhan: Newroza îsal, Newroza parastina vîna azadî û aştiyê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê dibêje, Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ye. Herwiha diyar kir, peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li gorî peyama Ocalan e.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro 11ê Adarê bi merasîmekê li bajarê Diyarbekirê peyama Newrozê xwend.

Bakirhan got, ew îsal Newrozê bi durişma ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Abdullah Ocalan e. 

Herwiha got: “Gelê Kurd weke li Kurdistanê li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne û her tim bûye sembola berxwedan û zayînê. Misogerkirina yekitiya neteweyî dê vê berxwedan û têkoşînê ber bi serkeftinên mezintir ve bibe.”

Hevserokê DEM Partiyê tekez kir, “Eger yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, dê amûrên zextê yên dewletan jî ji destê wan bê stendin. Li gorî ruhê Newrozê, gelê Kurd dê careke din îradeya xwe ya hevpar a azadiyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî; li gund, kolan, bajar, serê çiya û qadan nîşan bide.”

Bakirhan amaje bi rêkeftina duh a Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera kir û got: “Ji Sûriyeyê bangeke gelek girîng hat me. Peymana ku li wir hatiye kirin, li gorî banga Ocalan e. Newroza îsal ji bo Kurdên li Sûriyeyê, ji bo bidestxistina mafên xwe û banga Ocalan a ji bo rawestandina tundiyê, Dê gelekî girîng û dîrokî be.”