Endamê Şanda Îmraliyê: Divê Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê were azadkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şanda Îmraliyê û Parlementerê DEM-Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçekî taybet bo Kurdistan24ê eşkere kir, ji bo pêşketina Pêvajoya Aşitiyê divê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan were azadkirin, da ku bikare rola xwe ya diyar bi hêsanî bigerîne û pêvajo encam bi xwe re bîne. Herwiha divê dewleta Tirkiyeyê operasyonên serbazî neke daku PKK bikare bi awayeke ewle kongireya xwe ya çekdanînê bike. Cengîz Çîçek herwiha hêvî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike ku ji bo serkeftina pêvajoyê rol bigerîne.
Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan DEM-Partiyê û zêdetir ji deh partî û saziyên çepgir ên Tirkiyeyê beyannameya ahengên Newroza Stenbolê bi civîneka rojnamevanî ragihand û Hevseroka DEM-Partiyê Tûlay Hatîmoglullariyê eşkere kir ku, wekî ahengên 8 Adarê, dê di Newrozê de jî dirûşma wan a sereke pêşxistina Pêvajoya Aşitiyê be.
Lê ji bo pêşxistina pêvajoyê daxwazên diyar ên DEM-Partiyê ji dewleta Tirkiyeyê hene ku serekertirîn ji wan azadiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî û dawîkirina operasyonên serbazî ne.
Endamê Şanda Îmraliyê Cengîz Çîçek ji K24ê re got: “Divê PKK bikare di şert û mercên ewle û yasayî de kongireya xwe bike û ji bo vê yekê jî divê arteşa Tirkiyeyê operasyonên serbazî neke. Heriha divê aktorên Herêma Kurdistanê jî bo vê mijarê roleka erenî bigerînîn. Ji ber pêvajoya kongireya çekdanînê sernekeve, gavên din ên pêvajoyê jî nayên avêtin. Ya duyem jî divê Ocalan were azadkirin daku bikare rola xwe bi serbestî bigerîne. Ji ber ku Ocalan di şert û mercên xirab de hewla birêvebirin û mezinkirina pêvajoyê dide. Divê şert û mercên wî werin başkirin. Herwiha divê li parlamentoyê jî komisyona xwedî deshilateka tam were avakirin.”
Ji banga Ocalanî ya ji bo dawîkirina PKKyê heta niha çi qeyyûm bi ser şaredariyên DEM-Partiyê nehatin danîn, çi operasyon û lêpirsîneka diyar ên wekî caran li dijî DEM-Partiyê nehatin kirin.
Li gor çavdêrekî siyasî ev e herçend amajeyeka erenî be, bes niye. Divê dewleta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî gavên bilez bavêje daku baweriyeke civakî û siyasî bo serkeftina pêvajoyê peyda bibe û ev derfeta girîng careke din ji dest neçe.
Nivîskar-Kesayetê Diyar Atîlla Aytemur dibêje: “Divê dewleta Tirkiyeyê mafên Kurdan û nasnameya Kurdî binase û di destûra bingehîn de gerentî bike. Herwiha gelek gav hene werin avêtin ji bo gele Kurd bikare çand û zimanê xwe di jiyana xwe ya rojane û pîşeyî de biparêze. Divê dewleta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî destê xwe zû bigre daku pêvajoya aşitiyê pêş bikeve. Eger na dê baweriya ji pêvajoyê şikestin bîne û pêvajo jî çi encam bi xwe re nayne. Divê di zûtirîn dem de bi gavên diyar were bercestekirin ku dê jiyana Kurdan gelek baştir be ji berê.”
Sedema sereke ya pêşneketina pêvajoyê, nediyariya çerenûsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê ye. Lewra dewleta Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku banga Ocalanî ya dawîkirina PKKyê, HSDyê jî lixwe digre, lê berpirsên PKKyê û HSDyê li dijî vê nêrînê derdikevin.