Sabîayên Mendayî Cejna Gerdûnê pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyrewên Ola Sabîeyên Mendayî salane Cejna Gerdûnê pîroz dikin û wek yek ji merasîmên olî û ji bo paqijkirina giyan û bedena xwe, dikevin nav rûbaran.

Li gorî peyrewên Ola Sabîeyên Mendayî, av wateya jiyanê ye. Li gorî baweriya wan, tê gotin ku Xwedê erd û asman di van pênc rojan de afirandiye, lewra cejn pênc rojan dom dike, tê de nimêj tê kirin, sedeqe ji bo hejaran tên dayîn, xwarin tê belavkirin.

Vaftîzma di avê de jî, yek ji ayînên herî girîng ên vê cejnê tê dîtin û jin û mêr di bin çavdêriya melayekî ji mezhebê de, bi kincên spî yên paqij dikevin nav ava çem.

Di baweriya Sabîeyên Mendayî de, ew pênc roj, wek rojek domdar tê dîtin dikin ku tê de roj û şev ji hev nayên cudakirin.

Cejna Gerdûnê, yek ji çar cejnên salane yên Sabîeyên Mendayî ne, wek Cejna Mezin “Dehwarba”, Roja Vaftîzma Zêrîn “Dehfa Dîmena” û Cejna Geşbûnê “Eldehfa Henîne”.