Mezlûm Ebdî: Civîna ENKS û PYDê gava yekemîn a ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, civîna ENKS û PYDê gava yekemîn bû di rêze-hevdîtinan de ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro li bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê civiyan.
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî piştî civînê li hejmara xwe ya tora civakî “X” derbarê civînê de nivîsî: “Îro, herdu aliyên Kurdî, PYD û ENKS, ji bo diyarkirina nexşerêyek hevbeş û yekirina rêza Kurdî di qonaxa heyî de, li hev civiyan.”
Herwiha got: “Helwest û nêrîna herdu aliyan cihê kêfxweşiyê bûn. Ev gava yekemîn bû di rêze-hevdîtinan de ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî.”
Fermandarê HSDê da zanîn jî, “Ji bo pêkanîna Sûriyayeke pir-reng ū demokratîk, ku mafê hemu pêkhateyan tê de misoger be, em bi îsrar in vê diyalogê biser bixînin.”