Operasyonên Hevpar: Me revandiyekî şêniyê Şingalê azad kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya ragehandina ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar amajeyê dide ku, hêzên wan kariye welatiyekî şêniyê Şingalê azad bikin, du tometbaran birîndar bikin û pêncên din jî bigirin ku dest di wê revandinê de hebû.
Şaneya ragehandina ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar amaje jî da ku, hêzên wan kariye welatiyekî şêniyê Şingalê azad bikin, du tometbaran birîndar bikin û pêncên din jî bigirin ku dest di wê revandinê de hebû.
Şaneya ragehandina ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar îro (Çarşem, 19.03.2025) ragehand, “Komeke ji qanûnê derkeftî welatiyekî şêniyê Şingalê bi du erebeyan revandibû û ber bi cihekî nediyar ve biribû, lê hêzên me yekser piştî wê rûdanê rêkarên xwe bi cih anîn.”
Şaneya navbirî eşkere jî kir, “Piştî ku hêzên ewlehiyê dest bi bicihanîna erkên xwe kir û bi dû wan her du erebeyan re çûn, tometbaran teqe li wan kir û di encamê de çar endamên wê hêza ewlehiyê bi sivikî birîndar bûn. Li beranber jî, du tometbar birîndar bûn ku birîna yek ji wan metirsîdar e û pênc tometbar jî hatine girtin.”
Wê şaneyê herwesa got, “Paştir hêzên me ew revandî azad kir û tometbar jî dane destê aliyên peywendîdar, ji bo ku lêkolîna qanûnî pê re bê kirin û bigehin sizayên xwe yê qanûnî.”
Piştî ku şeva borî li navenda bajarê Şingalê çekdarên YBŞê, ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, bi hêzên artêş û polîsên Îraqê re rû bi rû bûn û teqe di navbera wan de çê bû. Pênc polîsên federalî û sê çekdarên YBŞê birîndar bûn, paşî ew rewş hat kontirolkirin.
Lê li derengiya şeva borî careke din alozî di navbera wan de çê bû û hêzên polîsên federalî pênc çekdarên YBŞê girtin, niha jî YBŞ û PKKê gefên serhildana şerî li artêş û polîsên Îraqê kirine, eger di dema 24 seetên din de ew pênc çekdar neyên azadkirin.