Heybet Helbûsî: Heftiya bê dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê tê kirin

Heybet Helbûsî
Heybet Helbûsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne ku, îro berpirsên Wezareta Petrolê, SOMOyê û kompaniya Petrola Bakur amaje daye çend hûrgiliyan. Li dû gotinên wan, heftiya bê dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê tê kirin.

Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Heybet Helbûsî îro (Çarşem, 19.03.2025) di konferanseke rojnamevanî de got, “Civîna me li ser edilandina qanûna budceyê bû, girêdayî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê, ku heftiya bê jî em bi wê şandê re dicivin.”

Heybet Helbûsî tekez jî kir, “Îro berpirsên Wezareta Petrolê, SOMOyê û kompaniya Petrola Bakur amaje da çend hûrgiliyan. Li dû gotinên wan, heftiya bê dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê tê kirin.”

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Sebah Subhî jî duhî (Sêşem, 18.03.2025) ragehand, “Sibe lijne ji bo danûstandinên li ser astengên di rêya piroseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de û dawî rêkarên wê piroseyê û arêşeyên navbera Wezareta Petrolê û Apikurê mêvandariya şandeke Wezareta Petrolê dikin.”

Navbirî herwesa got, “Wekî lijneya petrol û gazê li Civata Nûnerên Îraqê, em pirsyarê ji şanda Wezareta Petrolê dikin ka çima piroseya dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gîro bûye.”

Li dû zanyarên K24ê, di civîna dawiyê ya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Petrol û Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û kompaniyên Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) negehiştine çi lihevkirinan, heta di wê civînê de hin girjî û alozî û şeredev jî di navbera şanda Wezareta Petrolê û şanda kompaniyên petrolê de çê bûn.