Mesrûr Barzanî û Daniel Rubinstein pêkanîna kabîneya nû gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Adarê, pêşwazî li Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê, Balyoz Daniel Rubinstein kir.

Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand: “Di civînê de, ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin amade bû, guftûgo derbarê rêkar, gav û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Serokê Hikûmetê diyar kir ku pêvajo bi awayekî baş û erênî birêve diçe û li ser karnameya hikûmetê jî lihevhatin çêbûye.”

Di beşeke din a gotûbêjan de, tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û dabînkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Herdu alî li ser pêwîstiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û nehîştina hemû astengiyan di vî warî de hevnêrîn bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment