Nêçîrvan Barzanî: Em bi hatina Newrozê hêviyan nû dikin û ji zehmetiyan derbaz bibin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newrozê ya neteweyî û serê sala nû ya Kurdî pîrozbahiyê li Kurdan û tevaya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve dike û radigehîne, “Newroz nîşana azadî û nûbûn û vejînê ye, cejna hêvî û îrade û rabûnê û xweragirî û nêrîna ji bo paşerojeke baştir e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 20.03.2025) bi helkefta cejna Newrozê ya neteweyî û serê sala nû ya Kurdî pîrozbahiyê li Kurdan û tevaya gelê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên wê ve û malbatên şehîdan û Pêşmerge û hêzên ewlehiyê kir û hêvî kir ku hemî cejneke xweş û tena derbaz bikin û cejna bextewerî û dilxweşiyê be.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Newroz nîşana azadî û nûbûn û vejînê ye, cejna hêvî û îrade û rabûnê û xweragirî û nêrîna ji bo paşerojeke baştir e. Çawa ku xetîra Newrozê bi dirêjahiya dîrokê ji bo gelê Kurdistanê çavkaniya îlhamê bû, îro jî ji bo yekrêzî û hevfêmkirin û hevkariyê pêxemetî parastina maf û destkeftiyên destûrî û federalî û qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê bangeke nû ye.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Cejna Newrozê di demekê de vegeriya ku dever û cîhan jî di rewşeke hedtyar de ye. pêdivîtiya me ji bo derbazbûna ji wan qebxwaziyên rûbirûyî me dibin bi awayekî serkeftî bi karên hevpar û danûstandinên avaker ên aliyên siyasî û pêkhateyan in li navxweya Herêma Kurdistanê û bi Bexdayê re, ji bo piştrastbûna ji seqamgiriyê û bihêzkirina demokrasî û dadperwerî û mafên mirovan.”

Navbirî amaje jî da, “Aştî û aştîxwazî ji bo Kurdan û gelê Kurdistanê mezintirîn hêz û baştirîn rêbaz e, lewma ez daxwazê ji Kurd û Kurdistaniyan dikim ku bawerî û rêbaza xwe ya aştîxwazane bihêztir bikin. Daxwaziyên gelê Kurdistanê gelek rewa ne, aştî derfeteke gelek guncayî ji bo ronbûna daxwaziyên wî dabîn dike. Aştîxwazî pirsa Kurdan li cîhanê zêdetir pêş ve dibe. Niha pêlek ji bo çêbûna aştiyê di siyaseta cîhanê de heye, di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye ku bi wê pêlê re be.”

Serokê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Me li Herêma Kurdistanê bawerî bi çand û nirxên pêkvejiyana aştiyane û lêborînê û hevpejirandinê heye. Herêma Kurdistanê wekî her car wekî faktera tenahî û seqamgiriyê li deverê dimîne û destê dostînî û alîkariyê ji bo hemî pêkhateyên Îraqê û welatên deverê û cîhanê dirêj dike, pêxemetî paşerojekê ku tê de aştî û seqamgirî û pêşkeftin ji bo hemiyan baladest be û jiyan û serbilindî û mafên tevan parastî bin.”

Nêçîrvan Barzanî di derheqa peywendiyên bi Bexdayê re got, “Di peywendiyên xwe yên bi Hikûmeta Federalî ya Îraqî re de, em careke din pabendiya xwe bi destûrî wekî bingehek ji bo çarekirina hemî duberekiyan bi danûstandinan û hevfêmkirinê tekez dikin. Seqamgirî û geşbûn û pêşkeftina Îraqê bi rêzgirtina li mafên destûrî yên hemî pêkhateyên wê û bicihanîna rastîn a sîstema federalî ve girêdayî ne.”

Navbirî di derheqa jiyan û jîn û jiyara welatiyên Herêma Kurdistanê de jî got, “Em ji nêz ve haydarî zehmetiyan û rewşa jiyan û jîn û jiyara welatiyên Kurdistanê ne. Em tekez dikin ku baştirkirina rewşa jiyana wan karê pêşiyê yê serekî tê hemî dezgehên Herêma Kurdistanê ye. Bi hatina Newrozê re, em hêviyan nû dikin ku ev zehmetî dê derbaz bibin, em destan danahêlin û em bi hêvî û umêd  bi hev re ber bi paşerojeke baştir pêngavan diavêjin.”

 
Fly Erbil Advertisment