Bi amadebûna Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî, Kernemavala Newrozê li Akrê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Kernemavala Cejna Newrozê li Paytexta Newrozê li qezaya Akrê bi rê ve diçe.
Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz, konsul, diplomat, nûner, şandiyên diplomasî yên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê û tevlîbûna bi hezaran welatî û geştyaran, Kernevala Cejna Newrozl û Serê Sala Kurdî îro (Pêncşem, 20.03.2025) li Paytexta Newrozê li qezaya Akrê bi rê ve diçe.
Cejna Newrozê an destpêka sala nû di nav bi dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî de tê kirin û her yek ji wan welat û gelan wê cejnê an destpêka sala nû pîroz dike.
Li cem gelê Kurd Newroz sîmbola azadî û serkeftinê û berhingarbûna zordariyê ye. Her sal bi lixwekirina kincên Kurdî û hilkirina agirî li hemî bajar û bajarkên Kurdistanê cejna Newrozê tê pîrozkirin û gelek çalakî jî tê de tên kirin. Îsal jî li Akrê di merasîmeke mezin a fermî de agirê Newrozê tê hilkirin û çend çalakiyên cuda cuda tên kirin.