Sefîn Dizeyî: Ez spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikim bo rêkxistina ahengeke bi vî awayî

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina ahengeke bi vî awayî li Akrê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Pêncşem, 20.03.2025) di dema bixêrhatina mêvanan de li nav ahenga Newroza Akrê ragehand, “Ez spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikim, ji bo rêkxistina ahengeke bi vî awayî li Akrê.”

Sefîn Dizeyî herwesa got, “Ez spasiya wan hemî kesan dikim, ên ku ev rêkxistin kiriye û em bixêrhatina tevaya konsul û balyoz û diplomat û şandiyên dilpmasî yên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.”