Serok Barzanî bo ahenga Newroza Diyarbekirê: Em piştevanên piroseya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî nameyeke pîrozkirina cejna Newrozê ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê şand û tê de tevî hêvîkirinê ji bo azadiya Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan, piştevaniya xwe ji bo piroseya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê jî tekez kir.
Mezintirîn kerneval û ahenga Newrozê îro (În, 21.03.2025) li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê bi amadebûna bi milyonan Kurdistaniyan bi rê ve diçe, tê de peyama Serok Barzanî ji bo pîrozkirina cejna neteweyî ya Newrozê ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Serbest Lezgîn ve hat xwandin.
Ev jî tekista wê peyamê ye:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Newroz ji bo gelê Kurdistanê behar, nûbûn û ronahî û azadî ye. Newroz yanî jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahiyê li ser tarîtî û zilmê. Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û tevaya tex û çînên xelkê Kurdistanê dikim. Ez pîrozbahiya Newrozê li hemî gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê dikim. Ez pîrozbahiyê li hemî wan neteweyan dikim ên ku Newroz pareke dîrok û çand û edetên wan e.
Li vê derê ez bi germî pîrozbahiya Newrozê li Revenda Kurdî û wan bi milyonan Kurdan dikim, ên ku bi hesteke bilind li dûrî axa welatî cejna Newrozê bilind dinirxînin û nirxên Newrozê li hemî cîhanê belav dikin. Ez ji wan re dibêjim: hûn herdem di hizir û wijdana me de ne û xweşî û cejnên we berdewamiya xweşî û cejnên me ne. Cihê çanaziyê ye ku em dibînin hûn dest li nav destan û bi yek dil li Newrozê alaya azadî û serbilindiyê bilind dikin. Ez gelek dilxweş im ku li bajarê Kolnê yê Almanyayê, sibehê di merasîmeke mezin de hûn viyan û soza xwe ji bo welatê me tekez dikin. Hûn deng û rengên gelê xwe ne û ez destxweşiyê li we dikim.
Di cejna neteweyî ya Newrozê de, em bi şanazî ve tekezê li ser ferhenga pêkvejiyanê û peyama aştîxwaziyê ya gelê Kurdistanê dikin. Her bi wê nerînê em piştevanên piroseya aştiyê û çareserirê li Tirkiyeyê ne û em hêvîdar in di demeke nêzîk de rêzdar Ebdila Ocalan bê azadkirin. Em aştiyê wekî yekane rêya rast û durist a derbazkirina arêşeyan dibînin. Her di vê helkeftê de, em bihêvî ne ku êş û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê bidawî bên, û Kurd bi helwesteke hevpar û bi rêkarên aştiyane bi aliyên din ên Sûriyeyê re bigehin encamekê ku di xizmeta hemî aliyan de be.
Ez hêvîdar im Newroza îsal ji bo rehetî û xweşiyê ji hemî xelkê Kurdistan û Îraqê re bibe destpêkek, û vê Newrozê û hemî cejnên xwe bi bextewerî û dilxweşî derbaz bikin. Ez hêvîdar im gelên deverê bikarin li jêr sîbera tenahî û seqamgiriyê di rewşeke aştiyane û biratiyê de bijîn.
Newroza we pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin
Mesûd Barzanî
30ê Reşemeha 2724ê ya Kurdî
20ê Adara 2025ê ya Zayînî