Hunermend Mihemed Xêr Cerah Newrozê li Kurdistaniyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê navdar ê Sûriyeyî Mihemed Xêr Cerah cejna Newrozê li Kurdistaniyên Rojava û Başûr pîroz dike û daxwaza xweşiyê û cejneke xweş jê re dike.
Hunermendê navdar ê Sûriyeyî Mihemed Xêr Cerah li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya Facebookê peyameke vîdyoyî parve kiriye û tê de, bi helkefta hatina Newrozê û serê sala Kurdî pîrozbahiya Kurdistaniyên Rojava û Başûr dike, hêvî kiriye ku herdem vê cejnê bi xweşî û bi aştî bikin.
Hunermend Mihemed Xêr Cerah bi rolê Ebû Bedir di dramaya Bab El-Hareyê de ji aliyê gelek ji xelkê Kurdistanê ve hat naskirin.
Cerah piştî rûdanên Sûriyeyê bi rêya medyaya civakî dîsa derket û pîrozbahiya xelkê Sûriyeyê û Kurdistaniyên Rojava kir bi helkefta bidawîhatina rijêma Esed.
Ji dema derkeftina xwe ve jî, Cerah piştevaniya Kurdan û mafên wan li Sûriyeya nû dike.