PSK li ser girtina Îmamoglu: Dezgehên dadî bi daxwaza destihata siyasî biryarê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) girtina Serokê Şaredariya Stanbolê Ekrem Îmamoglu şermezar kir û ragihand, “Carekê dinê eşkere bû, dezgehên dadî yên Tirkiyê bi daxwaza destihata siyasî biryar dide.”

PSKê îro 23ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Herwekî dihat çaverê kirinê, Serokê Şaredariya Stanbolê Ekrem Îmamoglu hate girtin. Bi vî avayî carekê dinê eşkere bû, ku dezgehên dadî ya Tirkiyê bi daxwaza destihata siyasî biryar dide, ne bi gor bingeh û prensibên hukukî û nirxên navneteweyî.”

Amaje bi wê yekê kir jî, “Niha dora destnişankirina qeyûm bona Şaredariya Stanbulê ye, ku li Kurdistanê bûye karê rojane.”

PSKê got: “Em carekî dinê girtina Îmamoglu, ku nişana rewşa serxwebûna dadî li Tirkiyê ye, protesto dikin û ji hemû kesên hestyar, mafxwaz û dadîxwazan, hêzên demokrat û aşitixwaz dixwazin ku bi hevra dengê xwe bilind bikin.”

Herwiha tekezî li ser wê kir, “Divê girtina bê huqûqî  bê rawestandin û serokê şaredariya hilbijartî İmamoglu herçi zûtir were berdan.”

 
Fly Erbil Advertisment