Diyarbekir.. Ji ber qeyrana aboriyê welatî nikarin kelûpelên cejnê bikirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber kûrbûna qeyrana aboriyê, welatî nikarin bo Cejna Remezanê danûstanê bikin û ji ber wê yekê jî esnafên nav Sûrê didin zanîn ku firotina wan ne wek salên berê ye. Esnaf dibêjin li gorî sala borî bihayê cil û bergan %100 zêde bûye û dahata welatiyan jî hember vê yekê wek xwe maye û ji ber wê dansûtan nabe.

Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê welatî berê xwe didin sûk û bazaran û dixwazin amadekariyên xwe bikin. Li Diyarbekirê jî yek ji navendên danûstana Cejna Remezanê jî navçeya Sûr a dîrokî ye kû li kolan û caddeyên Sûrê tevgera Cejna Remezanê xwe dide der. Her çiqas hatçoyek zêde li navçeya Sûrê hebe jî esnafên nava Sûrê didin zanîn kû hatçoya welatiyan zêde ye lê ev yek di danûstanê de xûya nake.

Şekirfiroş Tayfûn Bîrtane: “Kîloya şekir sala borî 120 lîre bû lê îsal bûye 200 lîre, welatî dibêjin biha ye û ji ber wê nakirin, me 40 ton şekir aniye lê heta niha me 4 ton jî nefirotiye.”

Ji bo cejna Remezanê esnafên sûka dîrokî Sûka Şewitî jî amadekariyên xwe kirine û çaverê ne kû welatî bo cejnê de cil û bergên nû li xwe bikin berê xwe bidin Sûka Şewitî lê esnaf dibêjin îsal bazara cejnê ne wek berê ye.

Esnaf Kadrî Demîr: “Em amade ne, me cil û berg anîne, en benda xelkê ne lê heta niha eleqeyek baş çênebûye, evder sûkek erzane jî lê dîsa jî welatî nayên, ev qemîs sala borî 250 lîre bû, niha bûye 500 lîre, kelûpel biha dibin lê dahat wek xwe dimîne.”

Sala borî vî demî bihayê vî şalî 400 lîre bû lê niha bûye 800 lîre ku dile %100 zam. Lê dahat welatiyan qasî rêjeya bihabûnê zêde nabe, ji ber wê jî welatî danûstana cejnê nakin.