Serokê Desteya Weberhênanê: Em hejmareke pirojeyan bi kompaniyên Îmaratî re bi cih tînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê radigehîne, “Herêma Kurdistanê îsal bi awayekî berfirehtir tevlî Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê bûye.” Herwesa dibêje, “Di pilana me de ye ku em hejmareke pirojeyan bi kompaniyên Îmaratî re bi cih bîbin.”
Gera 14ê ya Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê îro (Duşem, 07.04.2025) li Îmaratê bi navnîşanê “Nexşerêya paşerojê ya weberhênana cîhanî, arasteya nû ya dîmenê weberhênana cîhanî, ber bi sîstemeke cîhanî ya hevseng” dest bi karên xwe kir.
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şikrî û endametiya nûnerên Pirojeya Hejmara Min û Wezaretên Bazirganî û Pîşesazî û Çandin û Çavkaniyên Avê bi hejmareke bazirgan û weberhêneran re tevlî wê lûtkeyê dibin.
Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şikrî ji K24ê re ragehand, “Ev sala duyê ye ku em tevlî Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê dibin. Encamê sala borî ya tevlîbûna Herêma Kurdistanê di wê lûtkeyê de gelek baş û erênî bû. Em pêşbînî dikin ku, vê carê encam bibandortir be, ji îsal weberhênerên me bi awayekî berfireh tevlî wê lûtkeyê bûne.”
Mihemed Şikrî herwesa got, “Di çarçoveya wê lûtkeyê de, em tevlî hejmareke panelên taybet dibin. Herwesa me dê hejmareke civînan bi serok, serokwezîr, wezîrên aborî û pîşesazî û weberhênerên welatan re jî hebe. Armanca me ew e ku em têkeliyên xwe yên aborî û bazirganî bi welatan re pêş bixin û herwesa piştevaniya wan bikin ku bên di warên cuda cuda de li Herêma Kurdistanê weberhênanê bikin, ji bo wê meremê jî em dê hemî hêsankariyan jê re bikin.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe amaje da, “Di pêşangeheke girêdayî wê lûtkeyê de, me Kurdistan Pavilion çê kiriye ku cihekî girêdayî nîşandana derfetên bazirganî û weberhênanê li Herêma Kurdistanê ye, ji bo weberhênana Îmaratî û biyanî.”
Qebareya weberhênanê ya Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re zêdetirî du milyar dolaran e û nêzî 200 kompaniyên wî welatî li Herêma Kurdistanê kar dikin.
Serokê Desteya Weberhênanê herwesa got, “Niha Îmaratê dest bi pirojeyeke gelek serkeftî ya çandinê li Zaxoyê kiriye. Di pilana me de ye ku, em li paşerojê hejmareke pirojeyên cuda cuda bi hevahengiya kompanniyên wî welatî re li Herêma Kurdistanê bi cih bînin. Em dixwzin ew tevlî bihêzkirina jêrxaneya aborî ya welatê me bibin.”
Mihemed Şikrî tekez jî kir, “Em bizavê dikin ku ne tenê hejmara kompaniyên Îmaratî zêde bikin, belkî qebareya weberhênanê jî her bi wî awayî zêde bikin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îmaratê re peymanek ji bo pêşxistina hikûmeta eliktironî û alîkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe serperiştiya vê piroseyê dike û gelek baş bi rê ve diçe.”
Serokê Desteya Weberhênanê ron jî kir, “wê lihevkirinê dê bandoreke erênî li ser pêşvebirina awayê hikûmeta eliktironî û kertê taybet li Herêma Kurdistanê hebe. Em bizavê dikin ku feydeyî ji ezmûna dewleta Îmaratê di hemî waran de werbigirin.”
Biryar e ev lûtke heta 09ê vê mehê berdewam be û gelek serokên welatan û zêdetirî 60 wezîr û parêzgerên bankên navendî û 30 serokên şaredariyan û 1250 panelistan tevlî wê bibin.