Sûdanî: Ez piştevaniya danûstandinên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim

Serok Barzanî û Sûdanî (Wêne: Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê )
Serok Barzanî û Sûdanî (Wêne: Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê )

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Sûdanî û Serok Barzanî danûstandin li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa deverê û rûbirûbûna qebxwaziyên navxwe û derve kirin.”

Serok Mesûd Barzanî berî nîvroya îro (Şemî, 12.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û pê re civiya.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê di ragehandinekê de eşkere kiriye, “Di wê hevdîtinê de pêdaçûn ji bo tevaya rewş û pirsan li ser astê niştîmanî hat kirin, di çarçoveya pabendbûna hikûmetê bi bingeha hevpariya niştîmanî û peywendiyên li gel hêzên siyasî de.”

Nivîsîngeha jêgotî amaje jî daye, “Di pareke din a wê hevdîtinê de, mîkanîzmên bihêzkirina şiyanên Îraqê di rûbirûbûna qebxwaziyên navxwe û derve de, alîkariyên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemî mijarên girêdayî mafên niştîmanî hatin behskirin.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Sûdanî piştevaniya xwe ji bo danûstandinên  navbera hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kir û daxwaz jê kir ku, lezê di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin.”

Çavkaniya jêgotî eşkere jî kiriye, “Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî pesna siyaseta hevseng a Hikûmeta Federalî li beranberî pêşhatên deverê, pabendbûna bi parastina berjewendiyên Îraqê û şêwrîn û peywendiyên li gel hêzên siyasî li ser tevaya pirsan kiriye.”

Ji aliyekî din ve jî Baregayê Barzanî di ragehandinekê de li ser civîna Serok Barzanî û Sûdanî amaje daye, “Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa siyasî û dawî guhertin û pêşhatên li ser astê herêmê û deverê hatin kirin.”

Wê ragehandinê herwesa gotiye, “Serok Barzanî û Sûdanî tekez li ser hevahengiya navbera aliyên Îraqî ji bo nehêlana kirîz û qebxwazî û çareseriyên arêşeyan kir.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Şemî, 12.04.2025) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Paştir her du serokwezîran li hola pêşwaziyê ya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo dema nêzî 15 deqîqeyan danûstandin kirin. paşî Serokwezîrê Îraqê ber bi Pîrmamê ve bi rê keft û li wê derê bi Serokî Barzanî re civiya.