Sûdanî û Şera li Qeterê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke nêzî Hikûmeta Îraqê amajeyê dide ku, Serokwezîrê Îraqê di serdaneke bilez de ji bo Qeterê her yek ji Mîrê Qeterê û Serokê nû yê Komara Sûriyeyê dîtine.
Çavkaniyeke nêzî Hikûmeta Îraqê îro (Pêncşem, 17.04.2025) ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di serdaneke bilez de ji bo Qeterê her yek ji Mîrê Qeterê Şêx Temîm Hemed Al Sanî û Serokê nû yê Komara Sûriyeyê Ehmed Şera dîtin.”
Wê çavkaniyê herwesa got, “Sûdanî û Şera û Temîm di rûnisştina xwe ya sêalî de behsa rûdan û pêşhatên Sûriyeyê û deverê kir.”
Her wê çavkaniyê amaje jî da ku Sûdanî ji wan re ragehandiye, “Îraq bi hûrî û ji nêz ve çavdêriya pêşhatên Sûriyeyê û hebûna artêşa Israîlê li Sûriyeyê dike.”
Çavkaniya jêgotî herwesa got, “Sûdanî tekez li ser helwesta neguher a Îraqê kiriye, ji bo piştgiriya Sûriyeyê di piroseya tevgir a siyasî de li wî welatî û parastina pêkhateyan û pirrengiya civakî, dînî û niştîmanî û parastina pîroziyên dînî.”
Wê çavkaniyê amaje jî daye ku, Sûdanî piştevaniya pêngavên Hikûmeta Sûriyeyê ya nû ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê kiriye.
Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî Xemîs Xencer jî di vî warî de gotiye ku, pêşwaziya civîna navbera Sûdanî û Şera dikin û ev hevdîtin pêngaveke giring e, ji bo bihêziya alîkariya Erebî û zalbûna lojîkê danûstandinan û karê hevpar ji bo rûbirûbûna qebxwaziyên herêmî û dubare avakirina pira baweriyê û herwesa temamkariya di navbera gelên deverê de ku, xizmeta ewlehî û seqamgiriya wan dike.