Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Diyarbekir (K24) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol pêk tê, berê xwe dan Girava Îmraliyê da ku bi Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parêzerê Buroya Hiqûqî ya Asrînê Faîk Ozgur Erol di nav Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de ne.

Ji aliyê Nîvîsîngeha Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate ragihandin ku, wê şandeyê berê xwe da Girava Îmraliyê ji bo ku bi Abdullah Ocalan re bicive. Şandeya Îmraliyê herî dawî 27ê Sibatê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.

Endamê Heyeta DEM Partiyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ji ber rewşa wî ya giran di şandeyê de cih negirtiye.

‘Di civîna sêyemîn de banga dîrokî hatibû kirin’

Di civîna sêyemîn de Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM’ê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol û Ahmet Turk jî amade bûn.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM”ê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10ê Nîsanê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîn.

Li bendê bû ku navên di şandeyê de piştî hevdîtinê biçin Îmraliyê. Lê yek ji endamên heyetê Sırrı Sureyya Onder di 15ê Nîsanê de ji ber mezinbûna aorta wî krîza dil derbas kir. Onder niha li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Stenbolê di beşa lênêrîna giran de tê dermankirin.

 
Fly Erbil Advertisment