Wezîrê Dadê bersiva DEM Partiyê da: Em futbolê nalîzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunc derbarê geşedanên pêvajoya aştiyê daxuyaniyek belav kir. Tunç li ser pirsên rojanamevanan bersive da daxuyaniyên Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari yên derbarê çekdanîna PKKê de. Tunç got: “Em bi fûtbolê nalîzin û divê kesên ku di meqamên berpirsiyar de ne, daxuyaniyên ku zirarê didin pêvajoyê nedin”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bersiv da daxuyaniyen Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari yên derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê de. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li parlamentoya Tirkiyeyê li ser pirsen rojnamegeran gotibû, "Niha top di warê gavên ku divê werin avêtin de, bi taybetî azadiya ragihandin û xebata Ocalan de, di qada hikûmetê de ye." Tunç jî bersiv da van daxuyaniyan û got, "Mebesta top di qada hikûmetê de ye çi ye? Em topê nalîzin."
Tunç beriya Komcivîna Ak Partî ya di parlamentoyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê daxuyaniyên Hevseroka DEM Partiyê Hatîmogullari axaft.
"DIVÊ HER KES BI BERPIRSIYARÎ TEVBIGERE"
Tunç, diyar kir ku di vê pêvajoyê de bazarkirin tune ye, got, "Ne mimkûn e ku mijarek dayîn û standinê hebe. Em li vir futbolê nalîzin, ev mijarek cidî ye. Her tişt dê di çarçoveya qanûnê de were kirin. Pêwîst e her kes di vê pêvajoyê de bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê kesên ku di meqamên berpirsiyar de ne, daxuyaniyên ku zirarê didin pêvajoyê nedin."