Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Tel Avîvê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê got, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth dê di demek nêzîk de bigihe Îsraîlê, da ku bijardeyên leşkerî yên li dijî Îranê nîqaş bike.

Du berpirsên Îsraîlî gotin, “Hegseth biryar e ku di 12ê Gulanê de, beriya serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Rojhilata Navîn, serdana Tel Avîvê bike.”

Hegsett dê bi hevtayê xwe yê Îsraîlê Yisrael Katz û herweha bi Netanyahu re bicive, ku ev serdana yekem a wezîrê berevaniyê yê nû yê Amerîkayê ye ji dema ku wî dest bi kar kiriye.

Her çend pêwendiyên di navbera Washington û Tel Aviv de li ser çawaniya danûstandina bi Îranê re hinekî aloz bûne jî, Îsraîl li ser bijaredeya leşkerî û êrîşkirina ser jêrxana nukleerî yên Îranê rijd e. Her çend Trump piştî nameya xwe ya ji bo Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xameneyî, pêdagiriyê li ser danûstandinan wekî gava yekem a ji bo rêkeftinekê dike jî, ew bi rêya cezayan û berdewamiya êrîşên leşkerî yên Amerîkî li dijî Hûsiyan li Yemenê zextê li Tehranê dike.

Pêştir jî, Berdevka Koşka Sipî Carolyn Levitt gotibû, Trump dê ji 13 heta 16ê Gulanê biçe Rojhilata Navîn, di nav de serdanên wî de, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Erebî jî hene.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment