Mesrûr Barzanî: Bi giringîdana bi kertê geştyariyê Kurdistan bo cîhanê tê nasandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Bi giringîdana bi kertê geştyariyê, zêdetir xelk têkelî xelkê Kurdistanê û şarezayî deverên me yên cuda cuda dibe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 06.05.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Min pêşangeha sêyê ya METEX2025ê li Hewlêrê vekir, ku hejmareke zêde ya kompaniyên navxweyî û navdewletî yên geştyariyê tevlî wê bûne.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Bi giringîdana bi kertê geştyariyê, zêdetir xelk têkelî xelkê Kurdistanê û şarezayî deverên me yên cuda cuda dibe, wesa jî Kurdistan ji bo cîhanê tê nasandin.”
سێیەمین پێشانگەی (METEX)م لە هەولێر كردەوە كە تێیدا ژمارەیەكی زۆر كۆمپانیای ناوخۆیی و نێودەوڵەتییەكانی گەشتوگوزار بەشدار بوون.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 6, 2025
بە گرنگیدان بە كەرتی گەشتوگوزار، خەڵكێكی زیاتر تێكەڵاوی خەڵكی كوردستان و شارەزای ناوچە جیاوازەکانمان دەبێت، بەهۆیەوە كوردستان بە جیهان دەناسێنرێت.