Kompaniyên Bakur dixwazin di bazirganiyê de karhêsanî were kirin

Diyarbekir (K24) – Saziyên Sivîl ên Bakurê Kurdistanê yên ku bi aboriyê re mijûl in beriya Serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Enqereyê bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin ku pirsgirêkên baizrganiyê yên bi deriyên sînorî re berçav bigire û çareseriyek bibîne.

Hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Tirkiyeyê bike û li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive. 

Di vê çarçoveyê de jî 21 jûrên pîşesazî û bazirganiyê û borsayên bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê bangewaziyek belav kirin.

Di vê bangewaziyê de ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tê xwestin ku astengiyên di warê bazriganiyê de derdikevin holê jî li gel Sûdanî gotûbêj bike û çareseriyekê peyda bike. 

Di bangewaziyê de bo mijarên wek baca bazirganiyê, lezbûna kar û barên ajokaran û xala pişkinînê ya Musilê daxwaza çareseriyê tê kirin. 

Di bangewaziyê de bal tê kêşan ku Xala Pişkinînê ya Mûsilê wek Deriyê Sînorî tevdigere û divê bo vê yekê çareseriyek were dîtin. 

Mijarek jî rewşa ajokaran e ku di pişkinînê de ajokar gelek tên rawestan û demek direk ji ber vê yekê winda dibe. Herwiha tê xwestin ku bacên zêde yên ji bazirganiyê tên standin jî werin kêmkirin.

 
Fly Erbil Advertisment