Hêmin Seyîd Mirad: Ji bo veguhestina berhemên cotkaran bo bazarê, 60 barhilgir hatine piştgirîkirin

Hêmin Seyîd Mirad
Hêmin Seyîd Mirad

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Çandinîyê li Hewlêrê Hêmin Seyîd Mirad îro (Yekşem, 8ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Berhemên cotkaran di rojên bêhnvedan de jî berdewam dikin û nayên rawestandin ji ber ku berhemên wan xirab dibin û wêran dibin."

Hêmin Seyîd Mirad dibêje, “Em bi erkê xwe rabûne û me bêhnvedan ji bîr kir, da ku em, wekî Birêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Hewlêrê û Birêveberiya Çavdêriya Embara Hewlêrê, piştgiriyê bidin cotkar û bazirganên ku berhemên cotkaran dikirin.”

Navbirî herwesa ragihand, "Îro 60 barhilgir hatin piştgirîkirin da ku li xalên kontrolê yên hikûmeta Iraqê neyên astengkirin, da ku derfeta wan hebe ku berhemên cotkaran berbazar bikin."

Birêveberê Giştî yê Çandinîyê li Hewlêrê amaje jî da, “Hemî berhemên ku niha tên berbazarkirin, berhemên cotkarên me ne û berhemên navxweyî ne. Ev jî piştî balkişandina kabîneya nehê li ser sektora çandiniyê, me karî berhemên navxweyî li derveyî Kurdistanê berbazar bikin.”

 
Fly Erbil Advertisment