Amerîka bang li Hewlêr û Bexdayê kir: Pirsgirêka mûçeyan li gorî destûrê çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew ji birîna mûçeyên Herêma Kurdistanê agahdar in û da zanîn ku çareserkirina kêşeyan dê derfetên veberhênanê ji bo kompanyayên Amerîkî zêde bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tamy Bruce îro 10ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirsa nûçegihanê Kurdistan24 da û derbarê birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, bang li her du aliyan kir ku kêşeyên xwe li gorî destûrê û bi rêya diyalogê çareser bikin.

Tamy Bruce di axaftina xwe de got: "Em ji birîna mûçeyên xelkê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve agahdar in. Em bang li Bexda û Hewlêrê dikin ku kêşeyên xwe bi rêya diyalogeke avaker û li gorî erkên destûrî çareser bikin."

Berdevka Wezareta Derve herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku çareserkirina pirsgirêka mûçeyan dê bibe nîşaneke ku Iraq jîngeheke wiha ava dike ku kompanyayên Amerîkî bixwazin tê de veberhênanê bikin.

Ev banga Amerîkayê di demekê de tê ku beriya Cejna Qurbanê, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî bi nivîseke fermî ragihandibû ku ew êdî nikarin şandina mûçeyan berdewam bikin. Samî hinceta vê yekê bi wê ve girê dabû ku Herêma Kurdistanê para xwe ya di yasaya bûdceyê de derbas kiriye û 19.2 trîlyon dînar dahata neftî û nenftî radestî Bexdayê nekiriye.

Li hemberî vê biryarê, Wezareta Darayî û Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ev hincet red kiribûn û ragihandibû ku wan hemû pabendiyên xwe bicih anîne û biryara Bexdayê bi temamî siyasî ye, ne yasayî ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment